Çalakvanên Siwêdayê: Pêdiviya Sûriyeya nû bi tevkariya niştîmanî ya rastîn heye

Çalakvanên Sûriyeyê destnîşan kir ku şer û pevçûnên niha yên di navbera komên çekdar de yan bi hevkarî yan jî ji ber acizbûna desthilatê ye û nakevin xizmetî Sûriyeyê nû, berevajî aloziyê kûrtir dikin û got, "Pêdiviya Sûriyeya nû bi tevkariya niştîmanî ya rastîn heye. "

Çalakvanên Siwêdayê: Pêdiviya Sûriyeya nû bi tevkariya niştîmanî ya rastîn heye
9 gulan, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanên Sûriyeyê diyar kir ku divê Sûriyeya nû bi aştiyê, ne bi dabeşbûnê were avakirin û pêdiviya wê bi tevkariya niştîmanî ya rastîn heye.

Parêzer û çalakvanê siyasî yê Siwêdayê Macid Wehbê diyar kir ku desthilata Şamê xwedî li hêviyên gelê Sûriyeyê û armancên şoreşa sala 2011'an derneket û got: "Pevguherîna dîktatorekî bi yekî din ku qaşo îdiaya demokrasiyê de û xwedî xîtabeke olî û mezhebî ye, tu welatan ava nake, berevajî parçebûnê xurt dike."

Wehbê wiha anî ziman: "Welat bi hişmendiya dewletê ne bi ya kînê û parçebûnê tên avakirin. Armanca me dewleteke sivîl a demokratîk a li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê, ku ji bo wê canê xwe feda kiriye ye."

Çalakvanê siyasî û hiqûqnas Silêman Kifêrî diyar kir ku berdewamkirina xîtaba mezhebî û tehrîdkirina olî nakeve xizmetî vegerandina baweriya Sûriyeyiyan bi desthilatê, lê fikar û parçebûnê zêde dike.

Kifêrî got: "Hemû ol cihê rêzê ne, lê ol ne amûra rêveberiya dewletê yan jî derxistina fitneyan e. Divê hikumet bi heman awayî ji hemûyan nêzîk be û li dijî yên ku provokasyonên olî derdixin û heqaretê li olan û pîroziyên wan dikin, qanûneke adilane bimeşîne."

Kifêrî got ku Sûriyaya nû bi çek û parçebûnê ava nabe û pêdiviya wê bi hevkariya niştîmanî ya rastîn heye ku tê de tevahî gelê Sûriyeyê - bi hemû beşên xwe ve - beşdar bin.

Kifêrî diyar kir êrişên niha yên komên çekdar an bi tevkarî yan jî ji ber acizbûna desthilatê ye û nakeve xizmetî projeya Sûriyeya nû, berevajî aloziyê kûrtir dike.

Wehbê û Kifêrî destnîşan kir ku çareseriya rastîn bi diyaloga giştî ku sînorekê ji tundiyê re deyne û nîşaneyên Sûriyeya siberojê ku mafên tevahiyan biparêze xêz bike.

(mh/fr)

ANHA