QSD: Di komkujiyên van du rojên dawîn de  14 welatî şehîd bûn

Di van 2 rojên dawîn de dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên herêmê 3 komkujî pêk anîn, di encamê de 14 welatî şehîd bûn û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn.

QSD: Di komkujiyên van du rojên dawîn de  14 welatî şehîd bûn
28 ÇILE, 2025   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê komkujiyên dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dijî gund û bajaran pêk anîne de daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker di van du rojên dawîn de li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sê komkujî pêk anîn.

Her wiha di berdewama daxuyaniya QSDˋê de hat diyarkirin ku di 27ˋê Çileyê de li gundê El Cemas ê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê di topbarana li ser gund de komkujiyek pêk hat, di encamê de di nav de 2 zarok 3 kes şehîd bûn. Di 28ˋê Çileyê de jî dewleta Tirk a dagirker gundê Um Heremlê yê Zirganê topbaran kir, di encamê de komkujiyeke din pêk hat, di nav de zarokek 3 kes şehîd bûn û 9 jî birîndar bûn. Beriya çend saetan jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker sûka gel a li bajarê Sirînê bombebaran kir û komkujiya sêyemîn pêk hat, di encamê de 8 sivîl şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn.

Di dawiyê de QSDˋê di daxuyaniya xwe de got ev komkujiyên ku bi wêneyên hatine belgekirin ne tenê dewleta Tirk lê belê bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên li dijî herêmê tên kirin şermezar dike.

(fr)