Saziyên jinan û zarokan domandina komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin

Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Nivîsgeha Parastina Zarokan êriş û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan û zarokan didomîne, şermezar kirin.

Saziyên jinan û zarokan domandina komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin
28 ÇILE, 2025   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hevkariya hewayî û topbaranê ya dewleta Tirk a dagirker çete êrişên li dijî Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê ji nêzî 2 mehan ve didomînin.

Vê sibê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Um Hermelê yê bajarokê Zirganê de ji heman malbatê di nav de zarokek 3 kes şehîd bûn û 9 jî birîndar bûn..

Di êrişeke din a beriya çend saetan a li dijî sûka gel a bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê de, 8 sivîl şehîd bûn.

Nivîsgeha Parastina Zarokan a kantona Tebqayê û Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî û êrişên domdar ên dewleta Tirk li dijî herêmê bi daxuyaniyan şermezar kirin.

Di her du daxuyaniyan de komkujiyên li dijî zarokan li Kobanê, Eyn Îsa û gundewarê Til Temirê hatin şermezarkirin. Her wiha bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan, zarok û jinan, hate kirin ku van êrişan rawestînin.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê rê dide vejandina DAIŞ`ê, lewma divê ev êriş demildest bên rawestandin.

(şx)

ANHA