Ji Bendava Tişrînê peyamên berxwedanê

Kongreya Îslama Demokratîk ji Bendava Tişrînê peyama berxwedanê da û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin. Kongreyê bang kir ku berxwedana li Bendava Tişrînê tê kirin hembêz bikin.

Ji Bendava Tişrînê peyamên berxwedanê
28 ÇILE, 2025   20:41
BENAVA TIŞRÎNÊ

Kongreya Îslama Demokratîk ji ser Bendava Tişrînê ku gel li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker di çalakiyên berxwedanê de ye, daxuyaniyek da. Ev daxuyanî piştî çend kêliyan ji gihîştina karwana xelkê bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Temirê yên kantona Cizîrê li bendavê, hat dayîn.

Şêwirmendê Kongra Îslama Demokratîk şêx Mihemed El Qadirî daxuyaniya kongrayê xwend.

Di daxuyaniyê de behsa êrişên dewleta Tirk û wêraniya ku di encamê de çêbûye hate kirin û hate gotin ev êriş li dijî qanûnên navneteweyî ne. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk û bi hincetên derew êrişî hermê û gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên wê dike. Armanca dagirkeriya Tirk dagirkirina xakê, koçberkirina gel û qirkirina çandên dewlemend ên li herêmê ye.

Kongreyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe serweriya Sûriyeyê binpê dike, beşên berfireh ji welat dagir kirine û dixwaze wan herêman ji Sûriyeyê qut bike û tev li xaka xwe bike.

Her wiha di dewama daxuyaniyê de hat gotin xwedîderketina gelên herêmê li QSD`ê û berxwedana li bendava Tişrînê hate silavkirin û bang li saziyên olî, navendên cîhanî û Zanîngeha El Ezher El Şerîf hate kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirina ala ala berxwedanê, aştiyê û biratiyê ji bo bidestxistina wan her sê armancan bilind bikin.

(şx/fr)

ANHA