QSD: 4 şervanên me şehîd bûn û 11 sivîl birîndar bûn

QSD’ê ragihand  ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker de 4 şervan şehîd bûne û 11 sivîl birîndar bûne.

QSD: 4 şervanên me şehîd bûn û 11 sivîl birîndar bûn
31 gulan, 2024   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Cizîrê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Dewleta Tirk a dagirker îro Înê di saetên piştî nîvro û yên ber êvarî de bi balafirên bê mirov ên bi çek 8 caran êrişî nuqteyên hêzên me, mal û erebeyên sivîlan kirin. Di encama êrişan şehîd û birîndar çêbûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov a bi çek li herêma Til Hemîsê nuqteyek hêzên me û li derdora bajarê Qamişloyê nuqteya Hêzên Erka Xweparastinê bombebaran kirin. Artêşa dagirker li Qamişlo du caran malên sivîlan û 3 caran erebeyên sivîlan bombebaran kirin. Di encamê de 11 sivîl birîndar bûn. Dewleta Tirk  bi balafireke bê mirov a bi çek erebeya ambulansê ya ku hewl dide şehîd û birîndaran rake jî kir hedef.

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de 4 şervanên me gihaştin asta şehadetê û 11 sivîl birîndar bûn."

(bb)

ANHA