‘Ev ax a me ye û em ê wê biparêzin’

Şêniyên kantona Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî jêderên debara wan dike û şêniyên herêmê di ber sûriyeyiyan de li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe didin. Her wiha gotin dê axa xwe biparêzin.

‘Ev ax a me ye û em ê wê biparêzin’
‘Ev ax a me ye û em ê wê biparêzin’
‘Ev ax a me ye û em ê wê biparêzin’
‘Ev ax a me ye û em ê wê biparêzin’
‘Ev ax a me ye û em ê wê biparêzin’
1 hezîran, 2024   05:05
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî destpêkirina mewsima çinînê li herêmê, êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin. Vê dawiyê dewleta Tirk rojane gund û bajarokên kantona Minbicê topbaran dike û zeviyên wan dişewitîne.

Bersiva şêniyan jî li hember van êrişan diyar e ku dê hevgirtî bin, li kêleka hêzên leşkerî ax û welatê xwe biparêzin.

Reşîd El Ehmed ê ji Minbicê got: "Dixwazin zeviyan bişewitînin. Ew şerê jêdera qûta coktaran dikin. Cotkar salê tev de ji bo ku dawiyê berhema xwe biçine kar dike û pê debara xwe peyda dike. Lê dema dirûnê tê, dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmê zêde dike, ji bo ku zeviyan bişewitîne.”

El Ehmed wiha domand: "Dewleta Tirk armanc dike baweriya şêniyan bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hêzên leşkerî kêm bike. Lê berovajî wê rû dide, her çi qas dewleta Tirk êriş bike, em bêtir xwedî li rêveberiya xwe û hêzên xwe yên leşkerî derdikevin. Ew zarokên me ne."

Sîhan Hemîdî jî got: "Hemwextî mewsima çinînê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêde kirin. Dixwaze derbeyê li aboriya herêmê bide û şerê aborî bike. Dûre me koçber bike û herêmê dagir bike."

Îlham Serdar jî destnîşan kir ku di encama êrişên dewleta Tirk de gelek şênî şehîd bûn û wiha dewam kir: "Ji ber van êrişan, sivîlên bêguneh şehîd bûn. Bi hezaran zarok ji perwerdeyê mehrûm bûn. Dewleta Tirk her tim dixwaze şêniyan bitirsîne. Lê em dibêjin her çi qas êrişên xwe zêde bike, em dev ji axa xwe bernadin."

Şêniyê bi navê Şêxo Mihemed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike. Mihemed diyar kir ku ew li şûna sûriyeyiyan li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe didin û divê ew û cîhan tev de piştgiriya berxwedana gelê herêmê bikin.

Mihemed di dawiyê de got: "Em li vir hatin dinê, em ê li ber xwe bidin. Peyama me ji dagirkeriya Tirk re ev e; em dev ji vê axê bernadin, heta dilopa xwîna ya dawîn em ê wê biparêzin."

(şx)

ANHA