‘Divê hêzên navneteweyî guh bidin daxwazên pêkhateyên herêmê’

Şêniyên kantona Cizîrê nebersivandina daxwazên wan ên bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û dewamkirina cezayên dîsîplînê, şermezar kir û hêzên navneteweyî wek şirîkên dewleta Tirk bi nav kir. Her wiha gotin divê hêzên navneteweyî rêzê ji daxwazên pêkhateyên herêmê re bigirin.

‘Divê hêzên navneteweyî guh bidin daxwazên pêkhateyên herêmê’
‘Divê hêzên navneteweyî guh bidin daxwazên pêkhateyên herêmê’
‘Divê hêzên navneteweyî guh bidin daxwazên pêkhateyên herêmê’
‘Divê hêzên navneteweyî guh bidin daxwazên pêkhateyên herêmê’
1 hezîran, 2024   03:05
QAMIŞLO
RÊNAS RIMO-EBAS XELEF

Dewleta Tirk a dagirker ji 25`ê Adara 2021`an ve, ferzkirina cezayên dîsîplînê li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Herî dawî, bi hinceta van cezayan qedexeya hevdîtinê heta 6 mehan dirêj kir.

Şêniyê bi navê Rêber Omer têkildarî mijarê got: "Mixabin hêzên navneteweyî hevkarên dewleta Tirk in. Tev li Komploya Navneteweyî bûn ku beriya 25 salan li dijî Rêbertî hatiye kirin. Heta îro jî wisa ye. Lê em ê jî têkoşîn û xebatên xwe li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin."

Şêniya bi navê Alaa Mihemed Seîd Îbrahîm jî got: "Hevdîtina bi malbat û parêzeran mafê girtiyan e. Rêber Abdullah Ocalan roleke mezin di rizgarkirina civak û jinan de lîstiye. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker dixwaze vîna gelê herêmê di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de bişikîne."

Xalid Dawûd jî bêdengiya civata navneteweyî ya li hember van sûcan şermezar kir û diyar kir ku ev bêdengî berdewama komploya li dijî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Dawûd wiha pê de çû: "Rêber Abdullah Ocalan bi fikrên xwe yên rizgarkirinê hewl da azadiyê, edaletê û wekheviyê ji gelê herêmê re peyda bike.”

Dawûd bang li gelê Kurd kir ku têkoşînê mezin bikin û tecrîdê bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û bang li hêzên navneteweyî kir ku rêzê ji daxwazên pêkhateyên herêmê re bigirin.

(şx)

ANHA