QSDˊê naveroka hevdîtina Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Derve yê Almanyayê re parve kir

Navenda Ragihandinê ya QSDˊê diyar kir ku di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul re pêşdeçûnên li Sûriyeyê, rêbazên berdewama têkoşîna li dijî terorê û piştevaniya lihevkirina 29ˊê Çileyê nîqaş kirin.

QSDˊê naveroka hevdîtina Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Derve yê Almanyayê re parve kir
15 sibat, 2026   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî hevdîtina Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul re daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya çalakiyên Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de Fermandarê Giştî yê QSDˊê bi Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de pêşdeçûnên li Sûriyeyê, rêbazên piştevaniya aramiyê û pêşxistina hewldanên hevbeş ên têkoşîna dijî terorê hatin nîqaşkirin.

Fermandarê Giştî spasiya Almanyayê li ser derfetdayîna amdebûna di konferansê de kir û pesna piştgiriya wan a berdewam di şerê li dijî rêxistinên DAIŞˊê de da. Fermandar bal kişand ser girîngiya berdewama piştevaniya navneteweyî ya misogerkirina bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê û şopandina wan ku aramiyê tesbît dike.

Wezîrê Derve yê Almanyayê jî pesna rola ku QSDˊê di têkoşîna li dijî DAIŞˊê de daye da, spasiya xwe ji bo lihevkriina ku pêk hat anî ziman, û diyar kir ku welatê wî dê ji bo lihevkirinê û pêkanîna wê ya ji bo xizmetî aramiya Sûriyeyê bike, her tiştî bike."

(fr)