QSDˊê nasnameya şehîdekî aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya QSDˊê ragihand ku şervan Birûsk Heleb, dema li ser erka xwe bû, ji ber nexweşiyê şehîd bû.

QSDˊê nasnameya şehîdekî aşkera kir
12 îlon, 2025   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wê Birûsk Heleb şehîd bû.

Di daxuyaniya QSDˊê de ev agahî hatin parvekirin: "Hevrêyê me, şervan Birûsk Heleb/Hemze Ehmed Mehmûd di encama nexweşiyekê de li ser erka xwe şehîd bû.

Piştî ku hevrêyê me hêviya parastina gel û welatê xwe dît, bê dudilî tev li hêzên me bû. Rihê welatparêziyê yê ku di hundirê wî de diçirûsî ew ber bi keşfkirina bingeha van hêzan û kûrahiya wan ve dibir, da ku tiştên wî xeyal dikirin kifş bike. Bi rihê kolektîf ê di navbera hevrêyên xwe yên şervan de pir bandor bû. Di demeke kurt de xwe gihand asta zanînê û leşkeriyê û gaveke berbiçav avêt. Wê yekê hişt ku bibe fermandarek ku rêbazên pêşengtiyê û rênîşandanê pêk bîne. Lê kêlek wê jî xwedî ew şiyan bû ku agahî û zanist ji hevrêyên xwe re rave dikirin. Bandorek mezin li hevrêyên xwe kir. Di dilên hevrêyên xwe de cihê rêzê û hezkirinê wergirt.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin û soza me ya mayînde ji wan re em ê li ser metoda şehîdên xwe heta pêkanîna armancên wan ên bidawîkirina tevahî şêweyên terorê, dagirkirî û parastina ewlehî û îstîqrara herêmên me, bimînin.

Nasnameya şehîd:

Navsnav: Birûsk Heleb

Nav û paşnav: Hemze Ehmed Mehmûd

Navê dayikê: Xewla

Navê bavê: Hisên

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-Nexweşxaneya Şehîd Sariya-ji ber nexweşiyê-08ˊê Îlona 2025ˊan."

(fr)