Li Humsê termê 3 kesan hat dîtin

Xelkê taxa Rufaî ya bajarê Humsê termê 2 jinan û mêrekî dît.

Li Humsê termê 3 kesan hat dîtin
12 îlon, 2025   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku duh, dema xelkê taxa Rufaî ya bajarê Humsê kavil û axa li taxê radikirin termê 2 jinan û mêrekî dît.

SOHRˊê aşkera kir ku nasnameyan wan nehat zanîn.

SOHRˊê da zanîn ku ji dema hilweşîna rejîma Baasˊê ve 37 gorên komî ku tê de 2 hezar û 782 kes hebûn, hatin dîtin.

(fr)