Îsraîlê li Lubnanê wesayîtek bombebaran kir: 2 kes birîndar bûn

Balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê li bajarokê Îta El Cebel ê başûrê Lubnanê wesayîtek bombebaran kir. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Îsraîlê li Lubnanê wesayîtek bombebaran kir: 2 kes birîndar bûn
12 îlon, 2025   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Rewşên Awarte ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku li bajarokê Îta El Cebel ê başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê ya bi dronan ya li dijî wesayîtekê de 2 kes birîndar bûn.

Duh jî balafireke bêmirov a biçek a Îsrîalê di navbera bajarokên Eyn Beal û Bazûriyê yên başûrê Lubnanê de motorsîklêtek bombebaran kiribû. Di encamê de kesek hatibû kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraae ragihand ku êriş li dijî baregehên Hêza Ridwan a girêdayî Hizbullah  hat kirin.

(bb)