Qonaxa Yekem a Pevguhertina Girtiyan di navbera Rûsiya û Ukraynayê bi dawî bû

Rûsyayê ragihand ku qonaxa yekem a pevguhertina girtiyan bi Ukraynayê re bi dawî bû.

Qonaxa Yekem a Pevguhertina Girtiyan di navbera Rûsiya û Ukraynayê bi dawî bû
9 hezîran, 2025   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê roja Duşemê ragihand ku qonaxa yekem a pevguhertina girtiyan bi Ukraynayê re bi dawî bû. Pevguhertina girtiyan dawiya hefteya borî hatibû rawestandin û her du aliyan derbarê astengkirina pevguhertinê hevdû tewanbar kirin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got ku danûstandinên pevguhertinê dê  çend di rojên pêş de li gorî çend qonaxan berdewam bikin.

Serokê Ukraynayê her wiha got, girtiyên birîndar û birînên wan giran û yên di bin 25 saliyê de jî di nav komên tên vegerandin de ne.