Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê li ser rapçî Emîr Huseyîn erê kir

Cezayê darvekirinê yê ji aliyê Daraza Îranê ve bi îdîaya ‘heqaret li dîn kiriye’ li rapçî Emîr Huseyîn Maksudlu hatibû birîbû, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hate erêkirin.

Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê li ser rapçî Emîr Huseyîn erê kir
9 hezîran, 2025   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Emîr Huseyîn Maksudlu sala 2023’an bi hinceta dema pasaporta wî boriye, ji aliyê Tirkiyeyê ve tevî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) radestî Îranê kir. Tatalu ji wê dîrokê û vir ve girtî bû.

Tatalu di mijara mafê jinan û pêçana bi zorê ya serê jinan rexne li rejîmê girtibû û bi vekirî destek dabû xwepêşandanên sala 2022’an a Jîna Emînî.

Tatalu beriya niha bi sûcên ‘Fuhûş’ û ‘Propagandaya derbarê komara Îranê’ 10 sal ceza lê hatibû birîn.

Emîr Huseyîn MAksudlu yê 38 salî yek ji hunermendên ‘undergrond’ hîp-hop a Îranê bû. Yek jî pêşengên şêwazê R&B Farisî bûye. Sala 2021’an peymanek bi Koma Muzîkê ya îmze kir û bû yekem hunermendê Îran.