Hêzeke Îsraîlê girte ser gundekî Quneytrayê

Hêzeke Îsraîlê îro Duşemê bi gelek wesayitên leşkerî kete gundê Manşîyat Swêsa li gundewarê Quneytrayê. Li gorî agahiyan hêza Îsraîlê bi ser malan de girt û hin kes girtin.

Hêzeke Îsraîlê girte ser gundekî Quneytrayê
9 hezîran, 2025   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Sûriyeyê ya Mafên Mirov diyar kir ku êrîş bû sedema alozî û tirsê di nav gundiyan de, bi taybetî di nav jin û zarokan de.

Hêzên Îsraîlê bi berdwamî dikevin deverên cuda yên Quneyterayê de ku ev kiryar û binpêkirin bandorê li jiyana şêniyên herêm dike.