Qonaxa duyemîn a tamîrkirina sûra Reqayê dest pê kir

Bi armanca parastina sûra dîrokî ya Reqayê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê dest bi qonaxa duyemîn a tamîrkirinê kir.

Qonaxa duyemîn a tamîrkirina sûra Reqayê dest pê kir
Qonaxa duyemîn a tamîrkirina sûra Reqayê dest pê kir
Qonaxa duyemîn a tamîrkirina sûra Reqayê dest pê kir
Qonaxa duyemîn a tamîrkirina sûra Reqayê dest pê kir
Qonaxa duyemîn a tamîrkirina sûra Reqayê dest pê kir
Qonaxa duyemîn a tamîrkirina sûra Reqayê dest pê kir
22 nîsan, 2024   07:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê di 2023'yan de dest bi qonaxa yekemîn a xebatên tamîrkirina sûra dîrokî ya Reqayê kir.

Di tamîrkirinê de beşên 9, 10, 12, 13 û birca 14ˊan hatin çêkirin. Qonaxa duyemîn jî ji 20'ê Nîsana 2024'an dest pê kir û dê 90 rojan bidome.

Ji bo agahiyên dîtir hevseroka Detseya Çand û Şûnwaran Serfiraz Şerîf ji ajansa me re axivî û got: "Ev sûr li Reqayê xwedî girîngiyeke mezin e û ji bo sûc û binpêkirinên DAIŞ'ê li herêmê şahid bû."

Serfiraz destnîşan kir ku sûr di sala 775'an de hatiye avakirin û dirêjiya wê 5 kîlometre û girîngiya wê jî li Reqayê pir e û got: "Di qonaxa duyemîn de beşên 17 û 18ˊan dê bên tamîrkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku projeyê 20'ê Nîsanê dest pê kir û dê heta 20' Hezîranê bidome.

ANHA