Qasim Ebûdî: Me bi hêzên Şengalê re li hev kiriye

Şêwirmendê ewlehiya nîştimanî ya Iraqê Qasim Ebûdî diyar kir ku serdana Şengalê kiriye û bi hêzên Şengalê re li hev kirne û got “Heta niha 500 jinên Êzidî tev li nava hêzên polîsên dewletê bûne.”

Qasim Ebûdî: Me bi hêzên Şengalê re li hev kiriye
13 cotmeh, 2026   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê ewlehiya nîştimanî ya Iraqê Qasim Ebûdî, di foruma MERI ya li Hewlêrê de têkildarî rewşa Şengalê û çareseriya rewşa herêmê axivî.

Qasim Ebûdî diyar kir ku ew li gel hêzên leşkerî yên Şengalê rûniştine û got: “Min bi xwe serdana Şengalê kir, ez li gel wan axivîm, ji bo bikarin rewşa deverê çareser bikin. Cihê keyfxweşiyê ye bêyî ku serî li rêyeke tundiyê bê dayîn, me li hev kir.”

Ebûdî di dewamê de got: “Êzidî çend sedeman diyar dikin da ku hêzên wan li Şengalê hebin. Wan li ser metirsiya li ser jiyana xwe û siberoja xwe behsa çend xalan kir. Tiştên ku gotin di cih de ne û rast bûn.”

‘EM GARANTIYA PARASTINA ÊZIDIYAN DIDIN’

Ebûdî li ser mijara komkirina çekan a di destê dewletê de jî got: “Niha mijara komkirina çekan a di destê dewletê de heye. Divê ev yek li Şengalê jî pêk were ku ev ji bo Şengalê jî çareseriya herî baş e. Em wek hikumeta Iraqê garantiya parastina Êzidiyan û vegera biselamet a koçberan didin.”

Her wiha Qasim Ebûdî diyar kir ku di çarçoveya wê lihevkirinê de heta niha 500 jinên Êzidî tev li nava hêzên polîsên dewletê bûne. Ebûdî xwest ev lihevkirin bikare rewşa Şengalê biguherîne û ber bi aramiyê ve bibe.

‘DIVÊ TIRKIYE HÊZÊN XWE JI NAV XAKA IRAQÊ VEKIŞÎNE’

Têkildarî helwesta dewleta Tirk a li ser Şengalê jî Qasim Ebûdî wiha got: “Tirkiyeyê berjewendiyên xwe hene, çavê wê li ser Şengalê ye û wek pireke peywendiyan lê dinêre. Berpirsên Tirkiye di derbarê Şengalê de behsa hin hîncetên xwe dikin. Lê me ji wan re gotiye ku divê Tirkiye amadekariyên vekişîna hêzên xwe ji nava xaka Iraqê bike. Ji ber ku hebûna hêzek biyanî li Iraqê ziyanê bi nav û rûmeta Iraqê digihîne. Rayedarên Tirkiyeyê girêdanbûna xwe ji bo vekişîna hêzên xwe ji Başîkayê nîşandane.”

Ebûdî da diyarkirin ku pirsgirêkên Şengalê ber bi çareseriyê ve diçin û wiha dom kir: “Şengal ji nûve tê avakirin, pirsgirêka herî mezin li pêşiya Şengalê avakirina bajêre û vegera koçberane. Ji bona vê hin hewldanên navdewletî ji bo avakirina Şengalê û vegera koçberên wê ji bo bajêr hene.”

Qasim Ebûdî got: “Nabe tu hêzekr ewlehiyê ji artêş, Heşdî Şebî û hêzek din li Şengalê bimîne. Ji ber ku li wê sînorên hevbeş li gel welatên cîran hene.”

Têkildarî posta qeymeqamtiya Şengalê jî Qasim Ebûdî got: “Ji bo destnîşankirina kesek wek qeymeqamê Şengalê pirsgirêk hene. Di du civînan de pêşniyar hat kirin ku berpirsekî leşkerî bibe qeymeqamê Şengalê. Lê min û serokwezîr ev yek red kir.”

‘DIVÊ GUH BIDIN XWESTEKÊN XELKÊ ŞENGALÊ’

Her wiha Qasim Ebûdî li ser heman mijarê got: “10 roj dem hatiye dayîn ku desteya wezîran kesekî wek qeymeqamê Şengalê diyar bike. Vê mijarê rewşê aloz kiriye, lê dawiya dawî divê guh bidin xwestekên xelkê Şengalê. Ji ber ku wan qurbanî dane û êşên mezin kişandine. Ji bo wê divê hemû alî bi nermî nêzî Şengalê bibin.”