Qanûna şaredarî û Yekitiya Şaredariyan hat erêkirin

Meclisa Demokratîk a Gelan  di civîna xwe ya 97’an de qanûna şaredarî û Yekitiya Şaredariyên Demokratîk ku ji 62 madeyan pêk tê, erê kir.

Qanûna şaredarî û Yekitiya Şaredariyan hat erêkirin
7 nîsan, 2024   14:46
REQA

Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe ya 97’an li hola civînan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Reqayê li dar dixe. Civîn bi beşdarbûna endamên serokatiya meclisê û endamên meclisên gelan ên her heft kantonan, endamên meclisên qanûnsaz ên herêman, desteyên rêveberiyên herêmî û jîngehê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

Meclisa Demokratîk a Gelan di civîna xwe ya duh de ji 64 madeyên qanûna şaredariyan û yekitiya şaredariyên demokratîk 19 made erê kiribû. Di civîna ku îro dewam dike de qanûna şaredariyan ku ji 62 madeyan li ser 11 xalan hat erêkirin.

Qanûn beşên têkildarî madeyên qanûna yekitiya şaredariyan, pergala diravî ya şaredariyan, budceya şaredariyê, têkiliyên şarearî bi komîn û meclisên xwecih re, rêxistina îdarî ya şaredariyan û erkên berpirsên şaredariyan pêk tê.

Ji reşnivîsa qanûna ji 64 madeyan pêk dihat, lê di encama nîqaşan de wekî  62 made hat erêkirin

Rojeveke serke ya rûniştina îro ya meclisê jî reşnivîsa qanûna hilbijartinên şaredariyan e. Nîqaşên li ser reşnivîsa ji 29 madeyan pêk tê, dewam dike.

(bb)

ANHA