Bi boneya 4’ê Nîsanê şahiyek ji zarokan hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa bi boneya 4`ê Nîsanê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

7 nîsan, 2024   14:57
QAMIŞLO

 Çalakiyên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan berdewam in. Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê ji bo zarokên şehîdan şahiyek li navenda çandî ya rojavayê navçeyê li dar xist.

Zarokên şehîdan, malbatên wan, endama Komîteya Jinan a Desteya Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Hêvî Seyd, endamên saziyên sivîl û xizmetguzariyê, endamên meclisa navçeyê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Kongra Star, nûnerên nivîsgeha Meclisa Malbatên Şehîdan a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya herêma Dêrikê tev li şahiyê bûn.

Hevseroka Meclisa Navçeya Çilaxa Sona Ebdullah axivî, 4’ê Nîsanê li gelan û Meclisa Malbatên Şehîdan pîroz kir û got: "Şehîd mînareya me ne ku rêya azadiyê ji me re ronî dikin. Şehîdan di oxira parastina welêt de, canê xwe feda kirin û ji me re zarokên xwe hiştin ku di stûyê me de emanet in. Divê em jî ji wan hez bikin, haj wan hebin û rêzê ji wan re bigirin."

Sona soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin û ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşînê mezin bikin.

Dûre endamê Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a QSD`ê ya herêma Dêrikê Hisên Hibo çend helbest li ser Rêber Abdullah Ocalan gotin.

Piştre, xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin û ji zarokan re hin listik hatin orgenîzekirin.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî li zarokên şehîdan belav kirin.

(şx)

ANHA