Dayika Uweyş li Helebê hate bibîranîn

Dayika Rêber Abdullah Ocalan Uweyş di salvegera 31’an a wefata xwe de li Helebê hat bibîranîn.

Dayika Uweyş li Helebê hate bibîranîn
Dayika Uweyş li Helebê hate bibîranîn
Dayika Uweyş li Helebê hate bibîranîn
Dayika Uweyş li Helebê hate bibîranîn
Dayika Uweyş li Helebê hate bibîranîn
Dayika Uweyş li Helebê hate bibîranîn
7 nîsan, 2024   14:25
HELEB

Bi boneya salvegera 31’an a wefata dayika Rêber Abdullah Ocalan, Uweş ku dikeve 11’ê Nîsanê, Kongra Star a Helebê semînerek li Akademiya Star a li taxa Şêxmeqsûdê da. 

Semînera endamên Kongra Star, jinên taxê û dayikên gerîla tê de beşdar bibûn  ji aliyê endama rêveberiya Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Fatme Hesen ve hat dayîn. Fatme Hesen diyar kir ew minetdarên dayika Uweyş in ku Rêber Abdullah Ocalan daniye dinyayê.

Fatme balkişand ser rola dayikan di avakirina civakan de û got: "Dayik bingeha birêxistinkirina civakan e. Dayika Uweyş mînaka jina xurt e ku Rêber Abdullah Ocalan teşwîq dikir pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike. Ji ber wê, Rêbertî di asta herî jor de li ber xwe dide."

Fatme destnîşan kir ku "Dayika Uweyş di nava gundê xwe de mînaka jina aqilmend bû, karî kar û barên mala xwe bi rêve bibe û dev ji mafê xwe di mîrasê de berneda. Ev jî hêz da Rêber Abdullah Ocalan."

Di dawiyê de sînevîzyonek têkildarî kesayeta dayika Iweyş û rola wê di avakirina kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de hate pêşandan.

(şx)

ANHA