Qanûna Çarçoveyî ji Komîsyona Edaletê ya meclisa Tirkiyeyê derbas bû

Qanûna Çarçoveyî piştî dengdayîna endamên Komîsyona Edaletê ya meclisa Tirkiyeyê, di komîsyonê re derbas bû û ji Desteya Giştî ya meclisê re hat şandin.

Qanûna Çarçoveyî ji Komîsyona Edaletê ya meclisa Tirkiyeyê derbas bû
8 tebax, 2026   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Qanûna Çarçoveyî ya tekildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5’ê Tebaxê de bi 367 îmzeyên parlamenteran ji serokiya meclisa Tirkiyeyê re hatibû şandin û di Komîsyona Edaletê ya meclise de hat nîqaşkirin. Civîna li ser Qanûna Çarçoveyî duh saet 15:30’an dest pê kir û 18 saet e dewam dike.

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ku li ser xalên qanûnê axivî û got ew di serdemeke avakirina hiqûqê de ne ku maf li ser zemîna demokrasiyê bên muzakerekirin û got: “Dema em vê dikin divê em pêşbirka êşan nekin û êşan jî paşguh nêkin. Aştî bi pêşbirka êşan nabe. Heta em daxwaza azadî û wekheviyê ya gelê Kurd fehm nekin, aştî nikare pêk were. Her wiha heta em fehm nekin şer di civaka Tirkiyeyê de bêaramiyeke çawa ava kiriye, dê aştî civakî nebe.”

Serhat Eren bal kişand ser xala 9’an a qanûnê û wiha pê dê çû: “Di xalê de dibêje yên dixwazin ji qanûn sûdê wergirin divê di nava 6 mehan de serîledanê bikin. Lê ew dem kin e û divê ew kes haydar nebe, der barê wî de lêpirsîn hebe jî di rewşeke wisa de dê nekare ji vê qanûnê sûdê wergire. Ji bo wê jî dema 6 mehan divê piştî ku ew kes haydar bû ku der barê wî de lêpirsîn heye, dest pê bike. Her wiha divê derfet bên avakirin ku dema 6 mehan bê dirêjkirin. Qanûna Çarçoveyî mudaxeleya yekem a qanûnî ye. Ji bo wê jî divê ew mudaxeleya yekem rast pênase bikin û ji ber berdewamiyê pirsgirêk dernekevin. Derfeteke dîrokî li pêş me ye. Werin em vê derfetê mezin bikin.”

Piştî axaftinan qanûn hat xwendin û ji bo dengdayînê ji parlamenteran re hat pêşkêşkirin. Di encama dengdayînê de Qanûna Çarçoveyî ji Komîsyona Edaletê derbas bû.

Tê payîn ku qanûn piştî 48 saetan ji Desteya Giştî ya meclisê re were şandin.