Medyaya erebî şerê li Îranê û nîşaneyên pêvajoya bê nirxandin

Medyaya erebî bandorên şer DYA-Îsraîl û Îranê nirxandin û dan û standinên ji bo kontrolkirina rageşiyê, têkiliya wê bi siberoja Xeza, Lubnan, Sûriye û ewlehiya Kendavê ve, nirxandin. Her wiha cih dan encamên şer û ji nû ve sazkirina hevsengiyên hêzan li herêmê.

Medyaya erebî şerê li Îranê û nîşaneyên pêvajoya bê nirxandin
8 tebax, 2026   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên îro de cih da geşedanên şerê li hember Îranê û bandorên wê yên herêmî, dan û standinan û siberoja Xeza, Lubnan û Sûriyeyê.

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser bandorên şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîlê li aliyekî û Îranê li aliyekî din û bandorên wê li ser herêmê bi taybet li ser Sûriye, Xeza û Lubnanê. Her wiha behsa seferberiya leşkerî ya Sûriyeyê û pirsa "Gelo li piştî seferberiya sêşemê ya artêşa Sûriyeyê çi heye?" kir. Rojnameyê bal kişand ser têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê û dosyayên komên çekdar. Der barê Xezayê de jî hate gotin, êrişên Îsraîlê hewldanên destpêkirina agirbestê asteng dikin.

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî behsa rewşa aborî û civakî ya Sûriyeyê kir. Rojnameyê li ser zêdebûna xizaniyê hişyarî da û der barê dosyaya alîkarîdayînê de banga lidarxistina civînekê kir. Rojnameyê bal kişand ser seferberiya leşkerî û guhertinên siyasî yên li Şamê.

Rojnameya El Quds El Erebî bandorên siyasî û stratejîk ên şer, bi taybetî siberoja Îran, Hizbullah û Lubnanê nirxandin. Hate bibîrxistin ku cîgirê serokê DYA‘yê J. D. Vance dan û standinên bi Tehranê re wek “tevlihev û dijwar û dê demekê bigirin” bi nav kirin. Her wiha pêwendiya Hizbullahê bi Sûriyeyê re û siberoja çekên wê jî şîrove kirin.

Rojnameya El Nehar cih da siberoja Hizbullahê û mijara çekên wê. Hate diyarkirin ku ev mijar girêdayî dosyayên herêmî û şerê Îranê ye.

Rojnameya Independent Erebî jî şerên li Xeza û Îranê bi hev ve girê dan û encamên wan bi "serkeftina karesatî” bi nav kir.

Medyaya Erebistan Siûdî jî cih da ewlehiya kendavê, bandorên şer li ser herêmê, tengava Hurmuzê, ewlehiya enerjiyê û îhtîmalên berfirehbûna qada şer.

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê Xeza û siberoja agirbestê de diyar kir ku hewldanên lihevkirinê têk çûn. Rojnameya El Quds El Erebî jî bal kişand ser aliyên siyasî û hiqûqî yên şer.

(bb)