Komên çekdar ên Iraqê êrişên li ser Siûdiyê rawestandin

Eniya Berxwedana Iraqê ragihand ku wan biryara bersivdana êrişên hewayî yên Erebistana Siûdî û Amerîkayê rawestandiye.

Komên çekdar ên Iraqê êrişên li ser Siûdiyê rawestandin
8 tebax, 2026   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Eniya Berxwedana Iraqê (Muqaweme) ragihand ku ji ber daxwaza Hadî Amirî û helwesta hinek serkirdeyên siyasî, wan biryar daye ku ew bersivdana li dijî Erebistana Siûdî were encamdan, paş bixin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku “Xwîna şehîdan nabe mijara bazarê.

Eniya Berxwedanê daxuyaniyeke fermî da û ragihand ku êrişên bersivdanê heta demeke nediyar hatine bipaşxistin.

Hêjayî gotinê ye heftiya borî Amerîka û Siûdiyê li çend parêzgehên Iraqê êrişî ser hêzên Heşdî Şabî kirin. Di encamê de 20 çekdar mirin û 32 çekdar jî birîndar bûn. Di beramberî êrişê de, komên çekdar ên li Iraqê gef xwarin û ragihandin ku li bendê bin heta temambûna çileya Îmam Huseyn, ger hikûmet bersiv nede, ew bi xwe dê bersiva êrişan bidin. Duh roja dawî ya dema ku komên çekdar diyarkirî bû.