Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

Qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” di rojnameya fermî ya dewletê de hat ragihandin.

Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin
18 tebax, 2026   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku 12 xalan pêktê û bi 467 dengan di Desteya Giştî ya Meclisê de bû qanûn di rojnameya fermî de hat ragihandin. Qanûna çarçoveyî bi şev di seat 00.00an de di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Qanûna tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibû derxistin dê piştî rapora teyit û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) bikeve meriyete.