Daîreya Têkiliyên Derve derçûyînên fakulteya Zanistên Siyasî xelat kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser derçûyînên fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Rojava xelat kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve derçûyînên fakulteya Zanistên Siyasî xelat kirin
17 tebax, 2026   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer derçûyînên fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Rojava li avahiya daîreyê ya bajarê Qamişloyê xelat kirin.

Di dema xelatkirinê de girîngiya xwendina zanîstên siyasî û rola wê di pêşketina civakan de hat vegotin. Her wiha geşedanên herêmî û erka ku dikeve ser mile ciwanan hat nîqaşkirin.

Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya xwendinê di avakirina civakan û pêketina rola ciwanan di sazkirina siberoja herêmê de.

(bb)