Qalîbaf vegerî Tehranê, rojeva danûstandinên Dohayê pereyên blokekirî bû

Danûstandkerê sereke yê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf piştî şêwirên bi berpirsên Qehterî re li Dohayê vegerî Tehranê.

Qalîbaf vegerî Tehranê, rojeva danûstandinên Dohayê pereyên blokekirî bû
26 gulan, 2026   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Faris a Îranê daxuyand ku danûstandkerê sereke yê Îranê tevî şandeya pê re ji Qeterê vegerî Tehranê. Ajansê destnîşan kir ku mijara sereke ya danûstandinên di navbera berpirsên mezin ên Tehran û Dohayê de vegerandina pereyên blokekirî yên Îranê bû.

Çavkaniyekî Îranî yê agahdar diyar kir ku serdana Qalîbaf li Qeterê pêşdeçûnek di danûstandinên ligel Amerîkayê de çêkir.

Heman çavkanî ragihandibû ku armanc ji serdana Qalîbaf li Dohayê têkildarî pereyên blokekirî yên Îranê bigihîne rêkeftinekê.

Di heman demê de, rojnameya "Wall Street Journal" aşkera kir ku danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de tevî êrişên dawî yên Amerîkayê li parêzgeha Hormozganê yê başûrê Îranê berdewam dikin, ev yek nîşan dide ku her du alî jî pabendî kêmkirina rageşiyê ne û danûstandinên heyî têk neçûne.

Li gorî rojnameyê, Qalîbaf roja duyemîn jî li Dohayê ma da ku danûstandinên li ser planeke bidawîanîna şer bidomîne.

(fr)