Parêzgarê Hesekê Cejna Qurbanê li gel pîroz kir

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed bi peyamekê Cejna Qurbanê li gelê Hesekê û hemû gelê Sûriyeyê pîroz kir, silavên taybet ji malbatên şehîdan û birîndaran re şandin.

Parêzgarê Hesekê Cejna Qurbanê li gel pîroz kir
26 gulan, 2026   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Facbookê ya Parêzgeha Hesekê, parêzgar, endazyar Nûredîn Ehmed bi peyamekê Cejna Qurbanê li gelê Hesekê û hemû gelê Sûriyeyê pîroz kir.

Nûredîn Ehmed di peyama xwe de hêvî kir ku ev cejna pîroz bi xêr, ewlehî, aramî û aştiyê li welat vegerîne.

Di dewama peyama xwe de parêzgar Nûredîn Ehmed got, "silavên hurmet û dilsoziyê ji malbatên şehîd û birîndaran re dişînim û tekez dikim ku fedakariyên wan li cem hemû welatiyan dê her dem cihê serbilindiyê bin."

Di dawiyêd e Parêzgar got; "Cejna we pîroz be, her sal hûn bi xêr bin."

(fr)