Konsulxaneya Îtalyayê li Hewlêrê Mazlûm Ebdî pêşwazî kir

Konsulxaneya Îtalyayê li Hewlêrê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî kir û piştgiriya xwe ji bo diyalogê li Sûriyeyê û misogerkirina mafên hemû civakên wê anî ziman.

Konsulxaneya Îtalyayê li Hewlêrê Mazlûm Ebdî pêşwazî kir
26 gulan, 2026   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Konsulxaneya Îtalyayê li Hewlêrê ya li Başûrê Kurdistanê, îro Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî pêşwazî kir.

Rûpela fermî ya konsulxaneyê li ser platforma Xˊê pêşwazîkirina General Mazlûm Ebdî ragihand.

Konsulxaneyê wêneyên Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî bi Konsul û endamên mîsyona dîplomatîk re li ser Xˊê parve kirr û nivîsand:

"Ez kêfxweş im ku pêşwaziya Fermandarê Kurdên Rojava li Sûriyeyê, Fermandar Mazlûm Ebdî dikim. Îtalya piştgiriyê dide diyaloga berdewam ji bo Sûriyeyeke demokratîk, aram û yekgirtî, da ku mafên hemû komên etnîkî û olî bi tevahî werin naskirin û rêzgirtin."

(fr)