Qalîbaf peyman wek ‘ragihandina têkçûna DYA’yê’ bi nav kir

Serokê Parlamentoya Îranê, metna peymana di navbera Îran û DYA‘yê de wek "ragihandina têkçûna DYA’yê" bi nav kir û got ev peyman encama "berxwedana Îranê, ne ji ber zextê ye.”

Qalîbaf peyman wek ‘ragihandina têkçûna DYA’yê’ bi nav kir
24 hezîran, 2026   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Parlamentoya Îranê û muzakerevanê sereke Mihemed Baqir Qalîbaf di civînekê de ku li Azerbaycanê hat lidarxistin got, metna peymana di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ya ji bo rawestandina şerê li Rojhilata Navîn hate îmzekirin, "ragihandina têkçûna DYA’yê” ye.

Qalîbaf anî ziman ku metna peymana li Îslamabadê hatiye îmzekirin encamên zextê yan jî bi zorê nîn e, lê "encama berxwedana ometa leheng a Îranê û biryardariya wê ye.”

Qalîbaf her wiha got welatên Rojhilata Navîn tenê dikarin pergala siyasî û ewlehî ya herêmê diyar bikin û destwerdanên derve red bikin.

Serokê Parlamentoya Îranê û muzakerevanê sereke Mihemed Baqir Qalîbaf banga berfirhekirina tevkariyê li herêmê kir.

(bb)