Girîngiya Tengava Hurmuzê û nirxandinên li ser metna peymana DYA-Îranê

Medyaya erebî, nêrîna Erebistana Siûdî û welatên Kendavê ya li ser siberoja herêmê, Tengava Hurmuzê di hevsengiya ewlehiya Kendavê de, her wiha bandorên metna peymana di navbera Washington û Tehranê de nirxandin.

Girîngiya Tengava Hurmuzê û nirxandinên li ser metna peymana DYA-Îranê
24 hezîran, 2026   12:25
NAVDNDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de cih da nêrîna Erebistana Siûdî ya welatên Kendavê ya li ser siberoja herêmê piştî şerê Îranê.

‘MERCÊN RIYADÊ JI BO ARAMIYA HERÊMÎ’

Malpera Asas Media diyar kir ku Riyad pêşketinên dawîn wek derfeteke ji bo ji nû ve şekildana dîmena herêmî ber bi Rojhilata Navîn a aramtir û geştir ve, dibîne.

Hate gotin, Erebistana Siûdî nêzîkatiyeke li ser kêmkirina pevçûnan û geşkirinê dipejirîne û ev nirxandin hatin kirin: "Xwendina Erebistana Siûdî xwe dispêre çend şertan. Yên sereke jî ev in: Îran dev ji polîtîkayên xwe yên bandora herêmî û piştgiriya ji bo komên çekdar berde. Îsraîl jî dev ji polîtîkayên xwe yên berfirehbûnê berde, operasyonên leşkerî û desteserkirina erdên Ereban rawestîne. Her wiha ew bang li welatên rojavayî dike ku piştgiriya xwe ya bêşert ji bo Îsraîlê binirxînin û hevkariya parastinê di navbera welatên Kendavê de xurt bikin."

Li gorî rojnameyê, ev nêrîn ji aliyê berpirs û kesayetên siyasî yên girîng ên Erebistana Siûdî ve di serî de Emîr Tirkî Feysel ve, hatiye dayîn.

HURMUZ DI HEMAN DEMÊ DE DOZEKE EREBÎ-KENDAVÊ YE’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser girîngiya Tengava Hurmuzê û wiha nivîsand: "Ewlehiya Tengava Hurmuzê û Kendava Erebî mijareke bingehîn a Kendavê ye. Ev mijar nikare bi tenê bi lihevkirinên dualî yên di navbera DYA û Îranê de were sînordarkirin, ji ber ku ew rasterast bi berjewendiyên welatên herêmê û ewlehiya wan a aborî ve girêdayî ye."

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku welatên Konseya Tevkariyê ya Kendavê hewl da bandorên şer kontrol bike û destekê bide aramkirinê, di heman demê de girîngiya beşdarbûna welatên herêmê di lihevkirinên girêdayî ewlehiya navîgasyonê di Kendavê û Tengava Hurmuzê de anî ziman ku wekî yek ji pêşîneyên xebata hevbeş a Kendavê ye.

‘DI NAVBERA ÇÎROKA SERKEFTINÊ Û RASTIYÊN LI SER ERDÊ DE; METNA PEYMANA BI ÎRANÊ RE TÊ ÇI WATEYÊ?’

Rojnameya An Nahar jî ku li ser bandorên metna peymana Amerîka-Îranê nivîsî û diyar kir ku peyman ji aliyê medyaya Îranê ve wek serkeftineke biryardar ji bo Tehranê tê şîrovekirin. Hate gotin, bernameya nukleerî ya Îranê, bandora herêmî û têkiliyên bi welatên derdorê re jî di nav de, hîna dosyayên sereke di navbera her du welatan de vekirî ne. Her wiha hat destnîşankirin ku pevçûn ji meydana leşkerî veguherî maseya muzakereyan.

Rojnameyê diyar kir ku şerê dawîn guhertinên stratejîk li herêmê aşkera kirin ku welatên Kendavê bêtir hevgirtî derketine holê û Îran ji ber şert û mercên aborî û jiyanê û bandorên polîtîkayên xwe yên herêmî bi zextên navxweyî yên zêde re rû bi rû ye.

Rojnameyê di dawiyê de wiha nivîsand: “Siberoja herêmê niha ji sloganên siyasî yan vegotinên serkeftina demkî bêtir, bi pîvanên aramiyê, pêşkeftinê û avakirina hevkariyan ve girêdayî ye."

(bb)