Darizandina pismamê Beşar El Esed dest pê kir

Darizandina pismamê serokkomarê berê yê Sûriyeyê Beşar El Esed, Wesîm El Esed li Dadgeha Ceza ya 4‘emîn a Şamê dest pê kir.

Darizandina pismamê Beşar El Esed dest pê kir
24 hezîran, 2026   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiya malpera Wezareta Dadê ya Sûriyeyê daye, rûniştinên destpêkê yên darizandina pismamê serokkomarê berê yê Sûriyeyê Beşar El Esed, Wesîm El Esed li Dadgeha Ceza ya 4‘emîn a Şamê dest pê kir.

Wesîm El Esed di dema serokatiya rejîma Beşar El Esed de postên fermî di saziyên dewletê de wergirtibûn, lê di salên dawîn de navê wî di hawirdorên siyasî û leşkerî de, bi taybet li herêmên perava Sûriyeyê û çalakiyên aborî û ewlehiyê yên cuda de derket pêş.

Di salên aloziya Sûriyeyê de jî navê Wesîm El Esed di boneyên cuda de li gel komên çekdar ên alîgirên hikumeta berê û komên xwecih ên ku beşdarî operasyonên leşkerî bûbûn, derket.

Li gorî raporên medyayî û rêxistinên hiqûqî û çavkaniyên navneteweyî, têkiliyên Wesîm El Esed bi torên qaçaxçîtiya narkotîkê re hene.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di sala 2023‘yan de bi tawana qaçaxçîtiya narkotîkê ceza li Wesîm El Esed birîbû.

 (bb)