Qalîbaf: Baweriya me bi garantiyên DYAˊyê nîn e

Serokê Parlamentoya Îranê û danûstandkarê sereke Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku welatê wî "baweriya xwe bi garantiyên" ku ji hêla DYAˊyê ve têne pêşkêşkirin nayne.

Qalîbaf: Baweriya me bi garantiyên DYAˊyê nîn e
29 gulan, 2026   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Parlamentoya Îranê û dansûtandkarê sereke Mihemed Baqir Qalîbaf îro di postekê de li ser Xˊa xwe got, "Em baweriya xwe bi garantiyan an gotinan naynin; tenê kiryar pîvan in."

Qalîbaf anî ziman ku, "Tu gav nayê avêtin ku heta aliyê din gavekê neavêje."

Qalîbaf got, "Di her peymanê de serketî ew kes e ku roja piştî wê ji bo şer çêtir amade ye."

Piştî daxuyandî û raporên ji her du aliyan Qalîbav ev post avêt.

(fr)