Mamosteyên ji Hesekê: Divê zimanê Kurdî di destûrê de bibe zimanekî fermî

Mamosteyên ji Hesekê hînkirina zimanê Kurdî tenê ji bo 2 saetan di dibistanan de red kir û daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de kir.

Mamosteyên ji Hesekê: Divê zimanê Kurdî di destûrê de bibe zimanekî fermî
30 gulan, 2026   06:40
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Mamosteyên ji Hesekê got ew fêrkirina zimanê Kurdî di dibistanan de tenê 2 saetan red dikin û got fermana 13ˊan ne têrker e. Mamosteyan bang kir ku divê zimanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî li Sûriyeyê bibe zimanekî fermî.

Girêdayî mijarê, mamosteya zimanê Kurdî Leyla Derwîş got: "Yek ji sedemên destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ew bû zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanê fermî û di oxira wê de bi hezaran şehîd hatin dayîn."

Leyla diyar kir ku pêwîstî bi hînkirina zimanê dayikê heye û zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanê fermî û di materyalên xwendinê de were pejirandin.

Leyla anî ziman ku hin pêkanînên hikumeta demkî ya Sûriyeyê heman siyasetên rejîma Baasˊê yên têkildarî xwendina bi zimanê Kurdî ne.

Di dewama axaftina xwe de Leyla diyar kir ku ew ê têkoşîna di oxira misogerkirina mafên çandî û fermîkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê û dibistanan de bidomînin û dev ji mafên xwe yên hînkirina bi zimanê dayikê bernadin û fermana 13ˊan ne têrker e.

Li aliyekî din jî mamoste Xalîde Ehmed diyar kir ku ji zêdetirî 10 salan e xwendekar bi zimanê xwe yên dayikê hîn dibin, zehmet e li pergala xwendinê ya bi zimanekî dîtir bê vegerandin, nemaze piştî nifşeke giştî bi zimanê Kurdî derçû.

Xalîde anî ziman ku qedexekirina zimanê dayikê li Rojavayê Kurdistanê wê bandoreke neyînî li siberoja hezaran xwendekarî bike û ew guhertina pergela xwendinê ya niha yan jî hînkirina bi zimanekî ji bilî zimanê Kurdî red dikin.

Xalîdeyê wiha li axaftina xwe zêde kir: "Zimanê Kurdî temsîla nasname, dîrok û têkoşînê dike û divê di destûra Sûriyeyê de were fermîkirin."

Mamoste Mihemed Haco jî anî ziman ku Şoreşa Rojava bi Şoreşa Zimanê Kurdî jî tê naskirin, bi hezaran xwendekar di zanîngeh û peymangehan de bi zimanê Kurdî hîn bûn û der çûn.

Haco got baweriya wî bi hikumeta demkî der barê pêkanîna fermana 13ˊan nîn e, bi taybet piştî nivîsa zimanê Kurdî di hin tabloyên fermî de hat qedexekirin.

Haco destnîşan kir ku pêwîstî bi berdewama hînkirina zimanê dayikê di materyalên heyî de heye, ji ber ku bi hezaran xwendekar bi zimanê Kurdî perwerde dîtin û divê mafên Kurdan di destûrê de were garantîkirin ne bi merasûmên dikarin bên guhertin an jî betalkirin.

Di dawama gotina xwe de Haco got ew hînkirina zimanê Kurdî tenê 2 saetan di dibistanan de red dikin û wiha anî ziman: "Her tîpek zimanê Kurdî bi xwîna şehîdan û lehengên Rojavayê Kurdistanê hatiye nivîsandin."

Di dawiya axaftina xwe de Haco got ew ê daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî wekî zimanekî neteweyî li Sûriyeyê û garantîkirina wî di destûra Sûriyeyê de bidomînin.

(fr)

ANHA