PYD’ê rewşa siyasî ji şêniyên Girkê Legê re şîrove kir

Di civîna PYD`ê de şêniyan xwest zarokên wan ên di destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de werin berdan û mafên gelê Kurd mîsoger bibin.

PYD’ê rewşa siyasî ji şêniyên Girkê Legê re şîrove kir
PYD’ê rewşa siyasî ji şêniyên Girkê Legê re şîrove kir
PYD’ê rewşa siyasî ji şêniyên Girkê Legê re şîrove kir
PYD’ê rewşa siyasî ji şêniyên Girkê Legê re şîrove kir
PYD’ê rewşa siyasî ji şêniyên Girkê Legê re şîrove kir
28 sibat, 2026   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca nirxandina rewşa siyasî, civînek ji xelkê bajarê Girkê Legê û gundewarên wê re li dar xist. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan hat lidarxistin. 

Ji rêveberiya PYD`ê Hediye Yûsif di destpêka civînê de pêşveçûnên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Rojava nirxandin.

Hediye Yûsiv got: "Ji bo vê pêvajoyê zanebûna siyasî tê xwestin û ji bo em deskeftiyên Rojava biparêzin divê gelê Kurd hevdû bigrin, xwedî yek helwestî bin û yekitiya xwe biparêzin. Her wiha li herêma me gelek pêkhate hene ku bi salan ku bi hev re dijîn. Divê em xwe ji aliyên dixwazin fitnê têxin navbera Kurd û Ereban biparêzin û destûr nedin şerê navxweyî çêbe."

Der barê peymana 29`ê Çileyê de jî Hediye Yûsif wiha got: "Li Sûriyeyê divê entegrasyon û çareseriya siyasî ya demokratîk pêk were û hemû pêkhate mafên xwe bi dest bixe û beşdarî rêveberiyê bibin. Di hemû rewşan de Rêveberiya Xweser û QSD`ê dikarin aramiya herêmê biparêzin û hemû pêkhateyan biparêzin.”

Şêniyan di civînê de nêrînên xwe anîn ziman û xwest mafên gelê Kurd werin garantîkirin û esîrên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê werin berdan.

ANHA