PYD’ê peyama Rêber Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê û Til Temirê hat şîrovekirin

PYD’ê ji şêniyên Dirbêsiyê û Til Temirê re naveroka peyama "guhertin û veguhertinê" ya Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir.

PYD’ê peyama Rêber Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê û Til Temirê hat şîrovekirin
PYD’ê peyama Rêber Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê û Til Temirê hat şîrovekirin
PYD’ê peyama Rêber Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê û Til Temirê hat şîrovekirin
PYD’ê peyama Rêber Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê û Til Temirê hat şîrovekirin
PYD’ê peyama Rêber Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê û Til Temirê hat şîrovekirin
PYD’ê peyama Rêber Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê û Til Temirê hat şîrovekirin
PYD’ê peyama Rêber Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê û Til Temirê hat şîrovekirin
PYD’ê peyama Rêber Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê û Til Temirê hat şîrovekirin
PYD’ê peyama Rêber Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê û Til Temirê hat şîrovekirin
5 adar, 2025   16:09
HESEKÊ

Di çarçoveya peyama "guhertin û veguhartina demokratîk" de ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de daye, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Sêgir ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê û bajarê Til Temirê yên kantona Cizîrê civîn hatin lidarxistin. Armanca ji civînê şîrovekirina naveroka bang aştî û civaka demokratîk ku Rêber Apo bi rêya şandeya DEM Partiyê daye, ye.

Li bajarê Sêgir civînek bi beşdariya xelkê, endamên saziyên sivîl û meclisên herêmê li hola Îvan a bajarok hat lidarxistin.

Di civînê de peyama Rêber Abdullah Ocalan bi kurdî û erebî hat xwendin.

Hevserokê rêxistina PYD’ê ya Dirbêsiyê Ferîd Îsmaîl diyar kir ku Rêber Apo di peyama xwe de bang kir ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn demokrasî û aştî misoger be, her wiha bang kir ku di navbera gelan de jiyana hevbeş, bi taybet di nava Kurd û Tirkan de, xurt bibe.

Li Til Temirê jî PYD’ê girêdayî heman mijarê civînek li hola Kinêr bi beşadriya endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û xelkê herêmê organîze kir.

Hevseroka Meclisa Til Temirê Gulîxan Tahir naveroka peyama Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir û got ew ji bo pêşeroja herî demokratîk û aştiyane li herêmê nexşrê ye.

Ev civîn, di çarçoveya rêzeçalakiyên PYD’ê yên ji bo şîrovekirina naveroka peyama Rêber Apo de, tên lidarxistin.

(fr)

ANHA

DIRBÊSIYÊ

TIL TEMIR