‛Divê em dawî li şer û hegemoniyê bînin û bi aştiyê re bimeşin’

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger di civînekê li Reqayê de got: "Divê em dawî li ser dema şer û hegemoniya rejîmên dîktator bînin û bi aştiyê re bimeşin."

‛Divê em dawî li şer û hegemoniyê bînin û bi aştiyê re bimeşin’
‛Divê em dawî li şer û hegemoniyê bînin û bi aştiyê re bimeşin’
‛Divê em dawî li şer û hegemoniyê bînin û bi aştiyê re bimeşin’
‛Divê em dawî li şer û hegemoniyê bînin û bi aştiyê re bimeşin’
‛Divê em dawî li şer û hegemoniyê bînin û bi aştiyê re bimeşin’
‛Divê em dawî li şer û hegemoniyê bînin û bi aştiyê re bimeşin’
‛Divê em dawî li şer û hegemoniyê bînin û bi aştiyê re bimeşin’
5 adar, 2025   16:52
REQA

Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên dawîn li hola Mişwar a Reqayê civînek organîze kir. Di civînê de bi dehan xelkê Reqa, nûnerên deste, nivîsgeh û komîteyên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî, meclisên gel, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Rêxistinên Civaka Demokratîk beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, beşdaran pirsên xwe yên der barê rewşa siyasî û banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan de kirin.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger pirsên beşdaran bersivandin û got: "Em rûbirûyî pergala kapîtalîst û hegemoniyê ne, divê em dawî li serdema şeran bînin û bi aştiyê re bimeşin. Ji 2014’an heta niha ve şer didomin û gel di nava karesatan de dijî û yên sûdwar jî dîktator û desthilat in. Em li vir di nava pergala demokratîk de dijîn û pergala dîktatorî qebûl nakin ku zordariyê li me bike."

Civîn bi nîqaşên vekirî bi dawî bû, tê de beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe yên têkildarî geşkirina xebata hevbeş a di nava tevahî aliyan de parve kirin.

(fr)

ANHA