Li Çilaxayê fatoreyên genim hatin serfkirin

Banka Kooperatîfa Çandiniyê ya Çilaxayê dest bi serfrkirina beşa yekemîn a fatûreyên genim ên cotkaran kir.

Li Çilaxayê fatoreyên genim hatin serfkirin
Li Çilaxayê fatoreyên genim hatin serfkirin
Li Çilaxayê fatoreyên genim hatin serfkirin
Li Çilaxayê fatoreyên genim hatin serfkirin
Li Çilaxayê fatoreyên genim hatin serfkirin
Li Çilaxayê fatoreyên genim hatin serfkirin
Li Çilaxayê fatoreyên genim hatin serfkirin
Li Çilaxayê fatoreyên genim hatin serfkirin
17 tebax, 2026   20:17
QAMIŞLO

Banka Kooperatîfa Çandiniyê li Çilaxayê, piştî veqetandina pereyan ji Banka Navendî, dest bi dayîna beşa yekem a fatûreyên genim ji cotkaran re kir. Li gorî hebûna pereyan wê xebatên dayîna pereyan mehane û li gorî beşan were temamkirin.

Banka Navendî 25 milyon lîreya Sûriyeyê wekî beşa yekemîn veqetand, nêzî 15 heta 17 cotkaran sûd wergirt. Hîna beşa duyemîn û beşên dîtir nehatine destnîşankirin û ew jî girêdayî hebûna pereyan e.

Gerînendeya Banka Kooperatîfa Çandiniyê ya Çilaxa Rîm Huwêca ji ajansa me re diyar kir ku beşa yekemîn a serfkirina fatûreyan ji bo coktarên Çilaxa û bajarokên wê ye û pereyên hatine serfkirinê di navbera milyonek heta milyonek û nîv lîreya Sûriyeyê bû.

Têkildarî mekanîzmaya serfkirinê bi rêya Sham Cash, Rîm diyar kir ku xistina fatûreyan li ser hesabên cotkaran bi rêya Sham Cas êdî vebijêrkek e ne mecbûrî ye û cotkar dikare rêya guncaw hilbijêre. Weke rêya bankê yan jî sûdwergirtina bi rêya Sham Cashê.

(f)

ANHA