PYD’ê bi rûspiyên êşîrên Ereb ên Rimêlanê re civiya

Rûspî û serokeşîrên Ereb ên bajarê Girkê Legê di civîneke berfireh de diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku tevahî beşdar bibin û mafên hemû pêkhateyan misoger bibe hevkarî girîng e.

PYD’ê bi rûspiyên êşîrên Ereb ên Rimêlanê re civiya
PYD’ê bi rûspiyên êşîrên Ereb ên Rimêlanê re civiya
PYD’ê bi rûspiyên êşîrên Ereb ên Rimêlanê re civiya
PYD’ê bi rûspiyên êşîrên Ereb ên Rimêlanê re civiya
PYD’ê bi rûspiyên êşîrên Ereb ên Rimêlanê re civiya
PYD’ê bi rûspiyên êşîrên Ereb ên Rimêlanê re civiya
21 gulan, 2025   22:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîneke berfireh bi rûspî û serokeşîrên Ereb re li Sendîkaya Yekitiya Karkeran a bajarokê Rimêlanê li dar xist. Di civînê de geşedanên siyasî yên li Sûriye û herêmê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de hevserokê PYD'ê ya kantona Cizîrê Mihemed Ebdurehîm li ser zehmetiyên li pêşiya Sûriyeyê bi giştî û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî axivî.

Ebdurehîm got ev herêm rastî êrişên cubicur tê, ji nav jî şerê taybet e û diyar kir ku armanca van êrişan derbekirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, ku armanc dike rêgeza jiyana hevbeş û biratiye gelan xurt bike.

Di axaftina xwe de Ebdurehîm bal kişand ser qonaxa piştî hilweşîna rejîma Baas’ê, belavbûna komên çekdar ên nedîsplînkirî yên girêdayî desthilata Şamê, dûrxistina pêkhateyên gelê Sûriyeyê ji konferansa diyaloga nîştîmanî û diyarkirina destûreke yekalî ya ne li gorî pirrengiya civaka Sûriyeyê.

Her wiha Ebdurehîm destwerdana dewleta Tirk di kar û barên hundirîn ên Sûriyeyê de şermezar kir.

Ebdurehîm diyar kir ku armanca Rêveberiya Xweser bidawîkirina hegemoniya navendî, avakirina pergaleke demokratîk û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan e.

Rûspî û serokeşîran jî di axaftinên xwe de girîngî da hevkariya pêkhateyên herêmê ji bo avakirina Sûriyeya yekbûyî ya demokratîk ku tê de mafên hemû pêkhateyan misogerkirî bin.

(mh/fr)

ANHA