Li kantona Cizîrê 8 navendên wergirtina genim amade bûne
Komîteya Embaran û Aşan ragihand ku wan ji bo wergirtina genim 8 navend li kantona Cizîrê amade kirine.

Komîteya Embaran û Aşan a Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Cizîrê ragihand ku wan 8 navend li bajarên kantonê amade kirine da ku genimê ‘Dokma’ wergirin.
Bi rêbaza ‘Dokma’ genim rasterast bêyî ku bixin çewalan tê wergirtin. Berhem rasterast li embaran an navendên wergirtinê tê valakirin. Ev rêbaz ji bo cotkaran hêsantir e.
Navendên wergirtina genim li Hesekê, Qamişlo, Tirbespiyê û Dêrikê hatine ne. Her wiha herêm îsal tenê xwe dispêre çandiniya avî, ji ber ku hişkesaliyê bandoreke giran li çandiniya bejî kir.
Mesûd Mihemed ji rêveberên Komîteya Embar û Aşan, got wan xebatkarên pispor amade kirine ji bo şopandina proseya wergirtinê. Her wiha destnîşan kir ku dê berhem li gorî belgeya rêziknameya çandiniyê ya ku cotkar ji navendên çandiniyê yên herêmî werdigirin, were kirîn.
Tê pêşbînîkirin ku berhemanîna genim li kantona Cizîrê îsal di navbera 150-200 hezar tonan de be. Komîteyê her wiha diyar kir ku ji ber şert û mercên avhewayê hilberandina serê hektarekê ji hezar û 500 heta 2 hezar kîlogramî derbas nabe.
Têkildarî buhayê kirîna genim Mihemed got nîqaşên li ser mijarê berdewam in û dê di demên bê de were ragihandin.
(k)
ANHA