PYD û ENKS îro li hev dicivin

Îro civînek di navbera PYD û ENKS`ê pêk tê. Li gorî agahiyên ku komîteya amadekar a konfransa kurdî dane, dê konfransek di 20`ê Adarê de were lidarxistin.

PYD û ENKS îro li hev dicivin
18 adar, 2025   12:09
QAMIŞLO

Di 16`ê Adarê de ji bo nirxandina geşedanên li Sûriyeyê û her wiha xebatên yekitiya Kurdan, ji bilî ENKS`ê partiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya hêzên civakî û siyasî civînek li dar xistibû. Yek ji mijarên serekê yên civînê jî nîqaşkirina xebatên lidarxistina konfranseke partî û hêzên Kurdan bû.

Piştî civînê partiyên siyasî daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku wan li ser belgenameyeke siyasî nîqaş kirine. Di belgenameyê de nêrînên Partiyên Yekitiya Neteweyî ya Kurdî (PYNK) û partiyên derveyî wê, her wiha yên ENKS`ê cih digirin.

Li gorî daxuyaniyê li ser daxwaza ENKS`ê ku xwestiye civîneke taybet bi Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re pêk bîne, hemû partiyên li derveyî wan ji bo pêkanîna yekitiyê ev yek qebûl kiriye.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên taybet girtine, îro di navbera PYD û ENKS’ê de civînek ji ragihandinê girtî tê lidarxistin. Çavkaniyan diyar nekir ka dê piştî civînê daxuyaniyek bê dayîn yan na.

Her wiha li gorî agahiyên ku me ji komîteya amadekar a konfransê wergirtine, dê konferans li Qamişloyê 20`ê Adarê bê lidarxistin.

(sb)

ANHA