‘Desthilata Şamê hîna di bin çavdêriyê de ye’

Çavkaniyên medyayî diyar kir ku konferansa xêrxwazan a li Brukselê rakirina cezayên Ewropayê yên li ser Sûriyeyê wekî ku dihat çaverêkirin gotûbêj kiriye û got ceza bi peyameke nerasterast a ji hikumeta Şamê re ku "di bin çavdêriyê de ye" hat paşxistin.

‘Desthilata Şamê hîna di bin çavdêriyê de ye’
18 adar, 2025   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên medyayî destnîşan kir ku konferansa xêrxwazan a Brukselê rakirina cezayên Ewropayê yên li ser Sûriyeyê wekî ku dihat çaverêkirin gotûbêj kirin. Li gorî çavdêran, ceza bi peyameke nerasterast a ji hikumeta Şamê re ku "di bin çavdêriyê de ye" hat paşxistin.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Kaya Kallas piştrast kir ku YE dê xebata li ser plana sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê bidomîne.

Kaya Kallas di konferansê de got: "YE pabend e ku cezayên li ser Sûriyeyê hatin sepandin, sivik bike. Lê dê çavdêriya li ser kiryarên hikumeta nû bidomîne."

Kaya Kallas anî ziman ku YE êrişên vê dawiyê yên li herêma perava Sûriyeyê yên li dijî sivîlan şermezar dike û xwest desthilata Şamê ku ji bo hesabpirsîna ji kiryarên tundiyê gavên cidî biavêje.

Kaya Kallas her wiha diyar kir ku "aliyên mîna rêxistina DAIŞ’ê û endamên rejîma têkçûyî ya Beşar Esed naxwazin îstiqrar li Sûriyeyê pêk were” û got: "Pêvajoya derbasbûnê ya Sûriyeyê li dijî giştî terorê û DAIŞ’ê, derfeteke rasteqîn e.”

Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî got: "Yekitiya Ewropayê cezayên ku li ser sektorên sereke yên Sûriyeyê rawestandin.”

Ursula Von der Leyen di axaftina xwe ya li konferansê de diyar kir ku YE’yê soz daye ku dê heta dawiya sala bê 2,5 milyar euro bide gelê Sûriyeyê.

YE û hin welatên din soz da ku bi qasî 5,8 milyar euro alîkariyan bidin gelê Sûriyeyê.

(bb)