PYD: Tirkiye şerê qirkirinê li dijî gelê herêmê pêk tine

PYD`ê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bi şerê qirkirinê bi nav kir.

PYD: Tirkiye şerê qirkirinê li dijî gelê herêmê pêk tine
25 kanûn, 2023   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. 

PYD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk di aliyê siyasî, leşkerî de bi bin ket ji ber wê veguheriye dewleteke terorîst û bi awayekî hovane li ber çavên cîhanê tev de êriş herêmê dike, binesaziya wê dike hedef.

PYD`ê wiha domand: "Ev şerê qirkirinê ye, şerê li dijî gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Turkmen, Çerkes û Ermen e. Ew li dijî tevahî olan e, li dijî jiyana hevbeş û pêşeroja hevbeş e. Tevahî pîvanên şer û yên exlaqî binpê dike. Em helwesta şermûkî ya civata navneteweyî şermezar dikin û bang lê dikin ku berpirsyariyên xwe bîne cih."

PYD`ê di daxuyaniya xwe de Koalîsyon Navneteweyî muxateb girt û got: "Bêdengiya we li hember van êrişan, tê wateya ku hûn berpirsên encamên wê ne. Ji ber wê em bang li we dikin ku hûn ji vê bêdengiyê ya ku zarokên me dikuje derkevin û helwesta pêwîst nîşan bide. Em bang li hêzên demokratîk dikin ku piştgiriya gelê herêmê bikin."

(şx)