TEV-DEM`ê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

TEV-DEM`ê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û banga hevgirtinê û berxwedanê li hember êrişan kir.

TEV-DEM`ê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
25 kanûn, 2023   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da. 

TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku xwe li hember hevpeymana civakî ya herêmê ranegirt ji ber wê êriş herêmê kir û got : "Ev êrişên wê ne rewa ne û tu qanun rê nade wê ku kargeh, navend û cihên stratejîk û yên xizmetguzariyê bike.

TEV-DEM`ê di dewama daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û binesaziya wê şermezar kir.

Her wiha TEV-DEM`ê bang li  li pêkhateyên herêmê, rêxistinên civaka sivîl, nîştimanî û siyasî dikin ku ji her demê bêtir hevgirtî bin û ji bo parastina destkeftiyên dîrokî berxwedanê mezin bikin.  

(şx)