’Pûtîn ji agirbesta Ukraynayê re amade ye’

Li gorî nûçeyên xwe dispêrin çavkaniyên Rûsî, tê îdiakirin ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bidawîkirina şerê Ukraynayê re amade ye.

’Pûtîn ji agirbesta Ukraynayê re amade ye’
24 gulan, 2024   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand, Pûtîn di bin her şert û mercan de amade ye ku agirbestê qebûl bike.

Çavkaniyan diyar kir ku Pûtîn amade ye agirbestek ku xetên qada şer ên heyî qebûl bike.

Rayedarek payebilind ê ku ji danûstendinên Kremlînê agahdar e got, “Pûtîn dikare heta ku hewce bike şer bike, lê ew ji agirbesta ku şer rawestîne re jî amade ye.”

Tê diyarkirin ku herêmên ku niha ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin wê Pûtîn razî bike û weke ku di şer de bi serketiye xwe bide nîşandan.

Her wiha tê gotin ku Pûtîn famkiriye ku ger şer berdewam bike wê hewceyî bi seferberiyek nû bibîne û ew ji vê re ne amade ye. Lê berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di bersiva van gotegotan de got, "Pûtîn di demên borî de gelek caran eşkere kiriye ku Rûsya ji diyalogê re vekirî ye û şerekî heta hetayê naxwaze."

Reutersê diyar kir ku wan ev agahî ji çar çavkaniyên cuda wergirtine. Sê ji wan çavkaniyan gotin ku Pûtîn ji komeke piçûk a şêwirmendan re gotiye ku rojava hewildanên domdar ji bo têkbirina danûstandinên aştiyê kiriye û Serokdewletê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky biryara xwe ya redkirina danûstandinên bi vî rengî aniye ziman.

Li ser van daxuyaniyan heta niha ji aliyê Ukraynayê ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Ev îdîayên ku wê Pûtîn dawî li şerê li Ukraynayê bîne, di qada navneteweyî de bi baldarî têne şopandin.