Dewleta Tirk li Başûr 3 dever bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi awayek hemdem herêmên Zap, Metîna û gundên derdora Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kirin.

Dewleta Tirk li Başûr 3 dever bombebaran kirin
24 gulan, 2024   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecih, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi awayek hemdem herêmên Zap û Metîna bi dijwarî bombebaran kirin.

Her wiha li gor agahiyên ji gundiyên gundê Amêdiyê bi dest ketine, hemwextî bombebarankirina Zap û Metîna, gundên navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê jî hatine bombebarankirin.