Protestoyên li Siwêdayê zêdetirî 2 meh in didomin

Xelkê parêzgeha Siwêdayê zêdetirî 2 meh in bi daxwaza “Hilweşîna rejîmê” û “Pêkanîna biryara navneteweyî 2254” çalakiyên protestoyî li dar dixe.

Protestoyên li Siwêdayê zêdetirî 2 meh in didomin
24 cotmeh, 2023   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên Siwêdayê îro jî li Qada El Kerame ya li navarasta bajêr kom bûn da ku ji wir dest bi meşê bikin.

Şêniyên Siwêdayê di protestoyan de daxwazên “Azadî, hilweşîna rejîmê, pêkanîna biryara navneteweyî 2254” tînin ziman. Îro jî pankertên bi nivîsên “Bi çûyîna Esed welat tê pêşxistin” û “Azadî ji bo girtiyan” hatin bilindkirin.

Li gorî çavdêran, tenê berzkirina dirûşmeyan û rakirina pankertan li gel nebûna planeke zelal ku xelkê herêmê bi rêya bikare dan û standinê bi hikumeta Şamê re bike, dê tu encaman bi xwe re neyne.

Çavdêr diyar dikin ku protesto êdî rûtînî bûne û veguherîne tevgereke asayî ku nikare rewşa heyî biguherîne.

(c)