Xelkê Kobanê tev li pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû

Xelkê kantona Kobanê bi çalakiyekê piştgiriya xwe ji bo pêngava cîhanî ′Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ nîşan da.

Xelkê Kobanê tev li pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû
Xelkê Kobanê tev li pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû
Xelkê Kobanê tev li pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû
Xelkê Kobanê tev li pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû
Xelkê Kobanê tev li pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû
Xelkê Kobanê tev li pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû
Xelkê Kobanê tev li pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû
24 cotmeh, 2023   14:59
KOBANÊ

Bi sedan xelkê kantona Kobanê li Qada Şehîd Egîd a li navenda bajêr kom bû û beşdarî çalakiya ji bo tevlêbûna pêngava cîhanî ya bi dirûşmeya ′Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ bûn.

10′ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi diruşmeya ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Krud re çareseriya siyasî′ pêngaveke hate ragihandin.

Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên partiyên siyasî yên Kurd hildan û diruşmêna ′Bê Serok Jiyan Nabe′ berz kirin.

Di çalakiyê de endama rêveberiya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Sara Xelîl li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Sara, komplo wekî rêbazekî ku dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirina gelan û di serî de gelê Kurd bi kar aniye, hesiband.

Sara diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî vîn, hêz û fikra şoreşgerî ye û îro xwe dispêre fikra Rêber Abdullah Ocalan. Her wiha destnîşan kir ku berxwedana Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de û berxwedana gelê herêmê tevahî planên desthilatan têk birin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebd jî bal kişand ser xebatên ku pêwîst e ji bo Rêber Abdullah Ocalan werin kirin û got: "Divê em hemû di oxira dayîna mafên Rêbertî de têkoşîn, berxwedana û xebata xwe mezin bikin."

Ev çalakî wekî destpêka rêzeçalakiyên di çarçoveya pêngava ′Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ hat lidarxistin.

(fr/c)

ANHA