Li Idlibê 6 kes ji ber êrişên hewayî yên Rûsyayê hatin kuştin

Di êrişên balafirên şer ên Rûsyayê yên dijî gundewarê rojavayê Idlibê de 6 kes hatin kuştin ku 2 ji wan zarok in.

Li Idlibê 6 kes ji ber êrişên hewayî yên Rûsyayê hatin kuştin
24 cotmeh, 2023   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê kampeke koçberan a li derdora gundê Hemame yê li bejahiya Cisir Şixûr a rojavayê Idlibê, her wiha gundê Eyn Şeyb ê li rojavayê Idlibê bombebaran kirine. Li gorî SOHR`ê, ji ber êrişan 2 ji wan zarok 6 kes hatine kuştin, 8 jî birîndar bûne.

Tevgera balafirên şer û yên bêmirov ên Rûsyayê li asîmanê herêmê dewam dike.

Balafirên şer ên Rûsyayê duh (23 Cotmeh) jî li herêma Cebiliyê ya li bejahiya Lazîqiyê êriş pêk anîbûn.

(c)