Projeyên jîngehê yên Reqayê li hember zehmetiyan

Hevserokê Desteya Jîngehê ya kantona Reqayê bal kişand ser projeyên desteyê yên ji bo parastina çavkaniyên xwezayî û başkirina kalîteya jiyanê ji bo niştecihan û got, ew pabendî pêşxistina çareseriyên zû ye, weke nûkirina laboratuwarê çavdêrkirina kalîteya avê û axê.

Projeyên jîngehê yên Reqayê li hember zehmetiyan
10 hezîran, 2025   05:06
REQA
ENES MIHEMED

Desteya Jîngehê ya Reqayê li ser pêkanîna komek proje û bernameyên bi armanca parastina çavkaniyên xwezayî û başkirina kalîteya jiyanê ya niştecihan, dixebite.

Der barê mijarê de hevserokê Desteya Jîngehê ya kantona Reqayê Arif Muslim diyar kir ku deste niha girîngiyê dide gelek mijarên jîngehê yên sereke, wek çareserkirina pirsgirêka çopê. Her wiha deste bi rêya pêşxistina rêbazên aktîv ên komkirina çopê û hilbijartina cihên guncaw ji bo komkirin û xwejêxelaskirinê hewl dide pirsgirêka çopê çareser bike.

Muslim anî ziman ku ji ber ziwabûna li herêmê û kêmbûna daneyên avê yên ji çemê Firatê tên, deste girîngiyek mezin dide mijara çolbûn û kêmbûna avê. Ev her du mijar zehmetiyên mezin in ku gefan li herêmê dixwin.

Muslim destnîşan kir ku deste xebatên xwe yên lêkolînkirin û bicihanûna çareseriyan ji bo adaptekirina bi van diyardeyan re pêk tîne, weke teşwîqkirina çandiniyê li hember ziwabûnê û başkirina bikaranîna avê.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya kantona Reqayê Arif Muslim aşkera kir ku ew li ser nûkirina laboratuwarekî taybet bi çavdêriya kalîteya avê û axê li herêmê dixebitin.

Li ser girîngî û rola vê laboratuwarê Muslim wiha got: "Ev laboratuwar wê roleke girîng di komkirina datayên baldar ên têkildarî astên qirêjiyê û destnîşankirina jêderên wê de, bilîze. Bi wê re wê deste karibe biyarên baş bide û stratejiyên aktîv ên parastina van daneyan bi pêş bixe."

Muslim diyar kir ku ev laboratuwar wê xebatên analîzekirina nimûneyên birêxistinkirî yên ji bo avê yên ji bo jêderên cihêreng bike, weke analîzekirina ava vexwarinê û avdanê, analîzekirina nimûneyên axê ji bo nirxandina başbûn û bandorbûna wê bi qirêjiyan.

Her wiha Muslim got: "Deste li hember zehmetiyên weke lawazbûna hişmendiya jîngehê li gel hin beşên civakê ye. Her wiha zehmetiyên kêmbûna daneyên guncaw ji bo bicihanîna projeyên mezin dikişîne. Lê tevî vê jî deste diyar dike ku ew bi tevkariya bi aliyên têkildar re pabendî rûbirûbûna van zehmetiyan e."

BERNAMEYÊN HIŞMENDÎ Û TEVKARIYÊN CIVAKÎ

Muslim diyar kir ku deste dizane ku rola civaka xwecihî di pêkanîna armancên jîngehê de girîng e, ji lew re plan dike ku bernameyên hişmendiyê yên jîngehê yên berdewam ku beşên civakê yên cuda hedef digire dest pê bike. Da ku hişmendiya li ser girîngiya parastina jîngehê û çawaniya alîkarîkirinê di kêmkirina qirêjiyê û îstîsmarkirina daneyan de werin bipêşxistin.

PEYAM Û DAXWAZA XEBATÊ

Li ser mijarê Arif Muslim peyamek bingehîn ji civaka xwecihî re rê kir û got: "Parastina jîngehê berpirsiyariya tevan e."

Her wiha Muslim ji welatiyên Reqayê xwest ku bi rêya kirinên hêsan ên wekî jevcudakirina çopan û bikaranîna avê li malan û çandiniyê, bibin piştgirê aktîv di hewldanên parastina jîngehê de, her wiha beşdarî xebatên paqijiyê û çandina daran bibin, ên ku deste yan jî aliyên dîtir organîze dikin û di nava dost û malbatên xwe de hişmendiya jîngehê belav bikin.

PLANÊN DESTEYÊ YÊN SIBEROJÊ

Deste plan dike di siberojek kin û navîn de projeyên jinûve çandina darên hawîrdorê li herêmên zirar ji ber çolbûnê dîtine bi pêş bixe, teknolojiya nûjen ji bo çarerserkirina avê qirêj pêk bîne ku sûdê di aliyê avdanê de jê wergire û bîran bikole.

(fr)

ANHA