Projeya çandina daran li Çiyayê Kizana dest pê kir

Li Çiyayê Kizana yê girêdayî Hesekê projeya daristana bi navê Şehîd Ehmed El Mihemed dest pê kir. Li daristanê dê hezar dar bên çandin.

Projeya çandina daran li Çiyayê Kizana dest pê kir
Projeya çandina daran li Çiyayê Kizana dest pê kir
Projeya çandina daran li Çiyayê Kizana dest pê kir
Projeya çandina daran li Çiyayê Kizana dest pê kir
Projeya çandina daran li Çiyayê Kizana dest pê kir
Projeya çandina daran li Çiyayê Kizana dest pê kir
22 kanûn, 2025   16:04
HESEKE

Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê projeyeke çandina daran bi navê "Daristana Şehîd Ehmed El Mihemed" da destpêkirin.

Di merasîma destpêkirina projeyê de, hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê Mihemed Ehmê diyar kir ku projeya çandina daran beşek ji stratejiya jîngehê ya demdirêj a desteyê ye ku armanca wê parastina cihên xwezayî ye.

Ehmê spasiya hemû sazî û dezgehên ku piştgiriyê didin projeyê kir û destnîşan kir ku deste di heman demê de dixebite ku li hemû deverên xwezayî yên parastî av û enerjiya rojê bi awayekî  stratejîk peyda bike da ku projeyên jîngehê domdar bin û wan ji ziwabûn û şewatan biparêzin.

Hevseroka Rêveberiya Jîngehê li Hesekê Rovend Ebdo diyar kir ku projeya çandina daran li Herêma Parastî ya Xwezayî ya Çiyeyê Kizwanê gaveke girîng e ji bo şînkirina deverên zirardar û baştirkirina hevsengiya ekolojîk a herêmê. Rovend da zaîn ku “di projeyê de dê hezar darên ji cureyên guncaw ji bo jîngeha herêmê werin çandin, weke hewldanên têkoşîna li dijî çolbûnê, kêmkirina bandorên guherîna avhewayê û parastina hebûnên biyolojîk.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Xilûd Xelef jî got: "Navkirina vê projeya jîngehê bi navê şehîdekî dilsoziya bi şehîdan re nîşan dide."

Piştî axaftinan dest bi çandina daran hat kirin.

(k)