Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kir

Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kir û doza hesabpirsînê kir.

Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kir
Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kir
Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kir
Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kir
Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kir
22 kanûn, 2025   16:04
TEBQA

Kongra Star bi beşdaraiya jinên koçber ên ji Efrîn-Şehbayê û endamên rêxistinên jinan li kampa Huriye ya bajarê Tebqayê daxuyanî da. Jinan pankartên "Na ji qetilkirina jinan re" vekirin û wêneyên jina ciwan Şêrîn Oso ya ku li Efrînê hatiye qetilkirin, hildan.

Endama meclisa Kongra Star a Efrîn-Şehbayê Hêvîn Ebdurehman bi zimanê kurdî û endama Meclisa Koçberên Kantona Efrîn-Şehbayê yên li Tebqayê Leylan Nîdal bi zimanê erebî daxuyanî xwend. 

Di daxuyaniyê de hate qetilkirina Şêrîn Oso bi tundî hat şermzarkirin û hate diyarkirin ku di çarçoveya hişmendiya baviksalar a kujer de tundî û kuştina jinan zêdetir bûne. Hate destnîşankirin ku di nava bêdengiya civakî, qanûnî û navneteweyî sûcên li dijî jinan zêdetir bûne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, qetilkirina Şêrînê encama salên dirêj ên êşkence û zulmê ye ku bi sûcekî hovane û di mercên bi guman û bi xwîneke sar de hat qetilkirin. Her wiha hate aşkerakirin ku hewl hate dayîn ku rastiya vî sûcê veşêrin û wekî xwekuştin nîşan bidin da ku hesab nayê pirsîn, an jî bi navê "Şerefê" li pêşberî civakê û raya giştî bidin xuyakirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, hevser û malbat berpirsên vî sûcê ne ku tevahî nirxên mirovî, olî û civakî derbas kiriye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar hat kirin ku hesab ji kujer bipirsin. Her wiha bang li tevahî jinan kirin ku li hemberî tundiya sîstematîk a li hemberî jinên li tevahî Sûriyeyê dengê xwe bikin yek.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên "Na ji qetilkirina jinan re", "Na ji tundiya li dijî jinan re" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(b)